Îmamê mizgefteke Samê mirî hate dîtin: Alimên Sûriyê bangewazî li Ehmed Sera kir
PeyamaKurd - Termê Omer Mihyedîn Hurî yê rûniştvanê bajarê Şam a paytexta Sûriyê ku îmamekî mizgefteke li taxa Cobar a Şamê bû, hate dîtin.
Medya Şamê ragihandiye ku termê Omer Mihyedîn Hurî ji aliye xelkê ve li taxa Cober hatiye dîtin.
Hatiye zanîn ku Omer Mihyedîn Hurî xelkê taxa Meydan a Şamê bûye û îmamtiya mizgefta Mêbî Bin Emîr a li taxa Beramke dikir.
Li gorî çavkaniyan, xelkê navçeyê ew bi alîgiriya rejîma berê tometbar dikirin û di sala 2011an de destê wî di girtina gelek xwepêşanderan de hebûye.
Komeleya Zana û Bangxwazên Sûriyê li ser kuştina îmamê navborî daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji fermandarê operasyonên leşkerî û fermandarê giştî yê îdareya nû ya Sûriyê Ehmed Şera kir û xwest, helwesteke guncaw ji bo gihîştina dadperwerîyê û parastina mafên xelkê welat nîşan bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin