Îmamoglu: Derfet çêbe helbet dixwazim serdana Demirtas bikim
PeyamaKurd – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku Selahattîn Demirtaş ji bo hilbijartinan piştgiriya wî kiribû, got ku ew dixwaze serdana Demirtaş li girtîgeha Edîrneyê bike.
Îmamoglu piştî serdana Partiya Saadetê û IYI Partiyê li Stenbolê, li ser pirsa rojnamevanan got, “Derfet çêbibe, helbet dixwazim serdana wî bikim.”
Îmamoglu wiha pê de çû: “Min hîn beriya hilbijartinên 23yê Hezîranê (Stenbol) ji ber gotin û peyamên Birêz Demirtaş yên piştgiriyê spasiya wî kiribû. Ev helwest û tevger ji bo me helbet pir girîng in. Lewra ev gelekî ji me hat pirsîn. Erê ew girtî ye, lê çima girtî ye? Her kes dixwaze vê bizane. Ez jî dixwazim fêm bikim. Di vê çarçoveyê de her kî ji aliyê hiqûqê ve hatibe mexdûrkirin, ez jî li kêleka wan im. Pêwîste ev proseya ku bêyî diyarbûna tawanên wan girtîmayîna mirovan di girtîgehan de bidawî were û em dizanin ku gelek kes di vê proseyê de li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin