Imamoglu jî destekê da operasyona Tirkiyê
PeyamaKurd- Şaredarê şaredariya mezin yê Îstenbolê Ekrem İmamoğlu ku di hilbijartinan de HDP ê destekê dabûyê, îro bo operasyona ser Rojava peyamekî belav kir û di peyama xwe de got:
“Em li pişt hêzên xwe yên çekdar û Mehmetcîkên xwe ne. Bi sedema operasyona ku artêşa me daye destpêkirin, dilê me eqlê me li herêmê ye. Daxwaza me aştî û aramî were herêmê”
Bi sedema operasyonê ji bilî HDP ê heya niha temamê partiyên Tirkiyê beyan kirine ku li pişt operasyonê ne û operasyonê destek dikin. Di’ayên me bo leşkerên me ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin