Îngîltere bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re ji bo enerjiya paqij dixebite
PeyamaKurd – Balyozxana (konsulxana) Îngîltere ya li Bexdayê ragihand ku ji bo di seha enerjiya paqij de têkiliyan bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re xwurt bikin, heyetekî ji Herêma Kurdistanê û Iraqê li Londrayê ye.
Balyozxane ragihandina xwe di 24ê Tîrmeha 2024an de kir ku heyeta Iraqê û Kurdistanê li Îngîltere, li Londrayê ye. Balyozxane di daxwuyaniyê de got:
“Ji bo kêmkirina emsiyona karbonê, li ser şewitandina an ku bikaranîna xazê radiwestin, ji bo di seha neqla enerjiyê de hevkariya xwe xwurt bikin, ji pêşwazîkirina heyeta ji Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek razî ne.
Di navbera heyeta ji Herêma Kurdistan-Iraqê û şîrketên Îngîltere yên ku serpereştiya enerjiya paqij dikin hevdîtinên gelek baş hatin kirin.
Bi afirandina îstîhdama li seranserê Iraqê, ji bo ortaxiyên nûjen û şareseriyên dewamî derfetên gelek baş hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin