Îngîltere dest danî ser 10 mîlyar Sterlînê 2 olîgarkên Rûsî

14 April 2022 22:56 0 dîtin
Îngîltere dest danî ser 10 mîlyar Sterlînê 2 olîgarkên Rûsî

PeyamaKurd – Hukumeta Îngîlîz ragihand ku dest danîne ser heyiyên 2 kesên bi navên Eugene Tenenbaum û David Davidovich ku Rûsin û nêzî Roman Abramovich in. Miqdarê heyiyên wan 10 mîlyar Sterlîne. Li gor ragihandina nivîskî ya wezareta karên derve ya Îngîltere, bi biryara ji bo Tenenbaum û Davidovich re ji meha sibatê heya niha jimara kesên ku dorpêçan daniye ser olîgarkên Rûs tevî endamên malbata û hevparan gihaye 106 kesan. Wezareta weha got:

“Ev biryar ji bo mal negihê Rûsyayê hatiye dayîn. Wê biryar bike ku Putin ji bo şer nikaribe vê serwetê bikarbîne. Her weha me ji bo Davidovich jî qedexeya geştê daniye.”