Îngîltere: Me soza veberhênana bi miqdarê 63 milyar Sterlînî sitendiye

14 October 2024 21:16 0 dîtin
Îngîltere: Me soza veberhênana bi miqdarê 63 milyar Sterlînî sitendiye

PeyamaKurd – Wezareta bazirganiya derve û nav welat ya Îngîltere ragihand ku Îngîltere di zîrwa veberhênana navdewletî de, bi miqdarê 63 milyar Sterlinî soza veberhênanê sitendine û ev veberhênan wê bi xwe re 38 hezar xebatkaran bixebitîne. Veberhênan dê bêhtir di seha zeka çêkirî, enerjiya xwe nûh dike û di seha Ar-Ge de be. Miqdarê navborî di sala berê de 29,5 milyar Sterlin bû.

Di daxwuyaniyê de wezîrê bazirganiya derve û hundir yê Îngîltere Jonathan Reynolds got ku veberhênerên navdewletî dê karibin bi vê hukumetê re kar bikin û Îngîltere ciyekî kar yê başe û weha dewam kir:

“Di zîrwa îro de, veberhênanekî mezin ket bin garantiyê û dengana bawreriyê ya li Îngîltere ya îstîqrara di seha endustrî û inavasyonê de ye. Me bawer kiriye ku em ê di seha aboriyê de, welatê xwe mezin bikin. Wê ev veberhênan bi gihandina stratejiyên sanayiyê yên di wextekî nêz de, wê pêşîvaniya inovasyona di pêş de û karên wê de bike, wê daxwazên kargehên kureyî yên dixwazin bicîh bîne.”

Li ser mijarê wezîrê darayî yê Îngîltere Rachel Reeves îşaretê bi bal baweriya bi rewşa Îngîltere da û got:

“Wê veberhênanên navborî di asta Îngîltere de destekê bide kargehên biçûk û mezin. Wê destekê bide wan ku derfetên kar yên nûh biafirînin û hem destekê bide mirovan ku bêhtir halê wan xweş bibe.”

Veberhênan, wê zêdetir di seha zeka çêkirî, navendên doneyan, enerjiya dikare xwe nûh bike, teknolojiyên emîsyona wan sifir, Ar-Ge, avahiyên gihandina welat de bin.