International Police Digest: Dewletbûna Kurdistanê wê nûnertiya serkeftinên Amerîkayê li herêmê bike

21 November 2021 13:16 0 dîtin
International Police Digest: Dewletbûna Kurdistanê wê nûnertiya serkeftinên Amerîkayê li herêmê bike

PeyamaKurd – Malpera International Police Digest a Amerîkayê di gotarekê dibêje, Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn wek hêviya herî baş û dawiyê ye ji bo Amerîkayê û daye zanîn, piştevanî kirina dewleteke kurdî, dê ji gelek aliyan ve sûdê bigihîne Amerîkayê.

Ben Segall ku derçûyê zankoya George Washington di beşa bernameya xwendina siyaseta asayîşê de û xwediyê master e di beşa lêkolînên Rojhilata Navîn û zimanê erebî de, di gotareke xwe ya ji bo kovara Amerîkayê International Police Digest de gotiye, hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê her berê jî îspat kirine ku dikarin bibin heval û hevbeşê rasteqîn û di şerê Amerîkayê yê dijî terorê de cihê baweriyê ne.

Ben Segall diyar kiriye, “Nasnameya cuda ya kurd û hikûmeta azadîxwaz, aborî û herwiha dîroka wan a leşkerî wan dike berbijêrekî serekî ji bo dewletbûnê ku Amerîka jî piştevaniyê lê bike.”

Segall herwiha dibêje; wekî Îsraîlê dewleteke kurdî dikare nûnertiya serkeftinên Amerîkayê li Rojhilata Navîn bike, elbet eger Washington piştevaniyê li Kurdistanê bike.

Di dewama gotarê de tê gotin, “Ne tenê ji bo Amerîkayê herwiha, piştevaniya dewletbûna kurdan dikare bi hevbeşiya bazirganiyekî bi nirx jî dê bide çend hevpeymaniyekî Amerîkayê li Rojhilata Navîn û dê bibe armancek ji bo hilberînê jî. Artêşeke kurdan a ji aliyê Amerîkayê ve hatibe perwerde kirin û hatibe amade kirin, dikare di operasyonên hevbeş ên dijî terorê de kar bike û rêgiriyê li serhildana dewleta îslamî bike. Bidestxistina Kurdistanê ya neft û sermayeya rewşenbîrî, dê dewletbûnê bike rêveçûneke bi kiryara mantiqî û pir bi nirx.”

Di dawiyê de jî Segall dibêje; “Gelê kurd bi tenê nikare dewletê ava bike; Amerîka take welate ku şiyana rêveberî û îradeya leşkerî û pêwendiyên dîrokî heye, ji bo piştevaniya wê dewleta kurd ku gelek bi hêvî ye û gelek jî pêwîstiya wan pê heye û layîq in. Nabe rê ji Tirkiyê re bê dayîn û berdewam yasayên navnetewî  û pîvanên NATO bişkîne.  Di encamê de eger Amerîkayê şikest anî di kiryar de wê demê divê beşek ji berpirsyartiya hemû mirin û hovîtiyê qebûl bike, ku hevbeşên kurd ên dilsoz dinalin û dê çi peyamek ji bo wan hevpeymanê xwe em ê binêrin. Eger ew wefadariya li hember kurdan wiha be, wê demê ew durûyî ya guncaw û ne civakîbûna me ye. Dewleta kurd derfeta selametî û aborî ji bo milyonan kesên lawaz dê dabîn bike û divê Amerîka jî beşa xwe bicih bike ji bo ku bizane dewleteke kurdî wê azadî û jiyaneke xweş bi xwe re bîne.”