Îran | 5 girtiyên jin ên darvekirin protesto kiribûn banga îfadeya dozger red kirin
PeyamaKurd - Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî bi rêya parêzerên xwe li ser rewşa 5 girtiyên siyasî û çalakvanên mafên mirovan ên jin li girtîgeha Evînê agahî dan.
Nêrgiz Mihemedî da xuyakirin ku îro biryar bû her pênc girtiyên jin ên li girtîgeha Evîn yên bi navên Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, Nêrgiz Mihemedî, Mecbube Rezayî û Perîwş Muslimî li pêş dozgerê giştî yê bajarê Erdebîlê îfade bidin. Lê wan îfade nedan û daxwaza dozger red kirin.
Hêjayî gotinê ye, wê îfadeyên her pênc girtiyên siyasî û çalakvanên mafên mirovan ji ber nerazîbûna wan a li dijî cezayên darvekirinê bihata standin ku roja 6ê Tebaxa 2024an piştî girtiya bi navê Reza Resayî hat darvekirin, girtiyên jin ên li girtîgeha Evînê nerazîbûn nîşan dabûn û hêzên rejîmê jî îşkence li girtiyan kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin