Îran: Armanca Trump di bin navê danûstandinan de çekberdana Îranê ye

09 March 2025 17:00 0 dîtin
Îran: Armanca Trump di bin navê danûstandinan de çekberdana Îranê ye

PeyamaKurd – Serokê Meclisa Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf diyar kir ku armanca rêveberiya Amerîkayê di bin navê muzakereyan de çekberdana Îranê ye.

Qalîbaf di rûniştina vekirî ya Parlamentoya Îranê de axivî û bal kişand ser banga Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo danûstandinên bi Îranê re.

Derbarê nameya ku Trump gotibû wî ji rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî re nivîsandiye lê heta niha negihîştiye Îranê jî got, "Em hêviya nameyekê ji Amerîkayê nakin û em di wê baweriyê de ne ku rakirina dorpêçan bi bihêzkirina Îranê û bêbandorkirina dorpêçan mimkun e."

Derbarê plana danûstandinên Trump bi Îranê re jî Qalîbaf got, reftarên Serokê Amerîkayê yên li hember welatên din nîşan dide ku ev daxuyanî jî xapandineke bi armanca bêçekkirina Îranê ye.