Îran, bangî serkonsulê Îngîltere yê li Tehran kir da here wezareta karên derve

10 December 2022 22:32 0 dîtin
Îran, bangî serkonsulê Îngîltere yê li Tehran kir da here wezareta karên derve

PeyamaKurd – Dewleta Îranê bi sedema ku Îngîltere li ser karên hundir yên Îranê daxwuyanî daye, bangî sefîrê Îngîltere yê li Tehranê Simon Shercliff kir da here wezareta karên derve yê Îranê.

Bangkirina sefîr, li ser mijara ku Îngîltere dorpêçan danîbû ser erka darazê ya Îranê, ji ber ku bi sedema kesekî ji hêza Besicê birîndar kiribû, cazayê îdamê dabûn yê bi navê Muhsin Şikari û wî îdam kiribûn. Tehran ji bo tola xwe hilde, bangî sefîrê Îngîltere yê li Tehranê kir.

Li gor ragihandina wezareta karên derve yê Îranê; Îngîltere di karên hundir yê Îranê de mudaxelayn kiriye û destekê daye tevlihevî bê îstîqrarkirina Îranê. Di axaftina sefîr ku wezareta karên derve de, li ser daxwuyaniyên Îngîltere ku destê xwe dixe navkarê Îranê, li hemberê Îranê di medyayê de axaftin tên kirin û Îngîltere dorpêçan daniye ser hemwelatiyên Îranê. Îran hem gotiye ku mafê xwe yê bersivdana Îngîltere diparêze.

Balyoz Shercliff jî ragihandiye ku wê daxwazên Tehranê ji Londrayê re bişîne.