Îran berya hevdîtinên Amerîka û Iraqê mirovê xwe sand Bexdayê

06 April 2021 22:10 0 dîtin
Îran berya hevdîtinên Amerîka û Iraqê mirovê xwe sand Bexdayê

PeyamaKurd – Fermandarê giştî yê Hêza Qudsê ku bi ser artêşa Îranê ve ye, tûxgeneral Îsmaîl Kaanî li Bexdayê bi grûbên terefdarên Îranê re hevdîtinan kir. Kaanî duhî çûye Bexdayê û hevdîtinên xwe berya ku hevdîtinên Amerîkayê û Iraqê yên stratejîk destpêbikin, kir.

Kaanî piştî hevdîtinên bi grûban re bi hinek rêvebirên Iraqê re hevdîtinan kir û îro dageriya Îranê. Di hevdîtinan de behsa têkiliyên Iraq û Îranê hatine kirin. Qasim Silêmaniyê ku ji aliyê Amerîkayê de hat kuştin mamosteyê Îsmaîl Kaanî bû.