Îran : Besar esad terka Sûriyê nekiriye
PeyamaKurd – Endamê komîta ewlehiya netewî yê meclisa Îranê Yaqûb Rizazade, li ser xebera ku serokê Sûriyê Beşar Esad û malbata wî terka Sûriyê kirine ragihand ku xeber derewe û hem got ku Esad û şêwirmendê Ali Hamaney, Ali Larîcanî, do li Şamê hevdîtin kirine. Yaqûb Rizazade ragihandina xwe ji bo çapemeniyê da û got
“Xeberên han nerastin. Do şêwirmendê serokê dînî yê Ali Hamaney, Ali Larîcanî li Şamê bi Esad re hevdîtin kir. Li Sûriyê bûyerên leşkerî yên ku ji aliyê grûbên terorîst de tên kirin, em hêvî dikin ku bi hewlên ku Îran, Tirkiye û Rûsya li Qatarê dan destpêkirin, rawestin û rewşê baş bikin. Li wê derê gelek hemwelatiyên me hene û niha li Sûriyê ji 10 hezarî zêdetir Îranî hene û emanetên me yên pîroz li wê derê hene. Lewra qedera Sûriyê bo me girînge.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin