Îran: Emê bi fonên xwe yên li Iraqê derziya Covid-19 bistînin
PeyamaKurd – Wezîrê Enerjiyê yê Îranê Riza Erdekaniyan ku demek berê serdana Bexdayê kiribû, ragihand ku ew dê derziya vîrusa koronayê Covid-19 bi pereyên xwe yên li Iraqê dabîn bikin.
Erdekaniyan îdia kir ku ji bo xwe gihandina derametên xwe yên darayî li Iraqê biryarên girîng hatine standin û got, ew dê bi pereyên dahata gaza sirûştî ya firitone Iraqê derziya Covid-19 bo welatiyên xwe dabîn bikin.
Wezîrê Îranê diyar kiriye ku ji ber dorpêçên Amerîkayê nikarin dahatên xwe derbasî Îranê bikin û lewma jî wan bi kompaniyeke Ewropî re li ser kirîna derziya Covid-19 bi fonên xwe yên li Iraqê li hev kiriye.
Erdekaniyan doh bi sedema deynên gaza sirûştî yên bi qasî 6 milyar dolaran ên li Iraqê serdana Bexdayê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin