ÎRAN I Ji ber teqînê avahîyek hilwesiya: 9 kes mirin, 9 jî birîndar bûn

17 February 2022 22:01 0 dîtin
ÎRAN I Ji ber teqînê avahîyek hilwesiya: 9 kes mirin, 9 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama teqîneke di avahîyeke bajarê Rûbat Kerîm ê dikeve başûrê Tehranê de, 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

Gerînendeyê Heyva Sor Şahîn Fethî ji televîzyona fermî ya Îranê re daye xuyakirin: "Êvara Çarşemê li bajarê Rûbat Kerîm ê dikeve başûrê paytext Tehranê di avahiyekê de teqînek çêbû."

Hat eşkere kirin, di encama teqînê de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye, 9 kes jî birîndar bûne ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 6 ji wan jin in.

Hat diyarkirin ku piştî teqînê avahî hilweşiyaye û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 11 saetan bi dawî bûne ku sedema teqînê jî gaz e.