Îranê, ji bo Hasan Nasrallah 5 roj sîna netewî ragihand

28 September 2024 20:39 0 dîtin
Îranê, ji bo Hasan Nasrallah 5 roj sîna netewî ragihand

PeyamaKurd – Serokê ayînî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney, bi sedema kuştina serokê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah ji aliyê artêşa Îsraîlê de, li seranserê Îranê 5 roj şîna netewî ragihand.

Hamaney, li ser nemirdina Nasrallah daxwuyanî da û got wê cepha berxwedanê xwurttir bibe. Hamaney got:

“Cepha bexwedanê, derbên ku li hebûna Siyonîstan xistiye û Sîyonîzma ku diroxe, wê bêhtir biperçixe. Wê heyfa xwîna Nasrallah li erdê nemîne.

Ez sersaxiyê li xelkê Lubnanê, hukumeta Lubnanê, Hîzbûllahê û li temamê cepha berxwedanê dikim.”