Îran, li bajarê Çabaharê operasyonê kir ser avahyekî: 1 kustî û 6 girtî hene
PeyamaKurd – Fermandariya hêzên bejayiyê, baregeha Qudsê ya Îranê ragihand ku li eyaleta Sîstan-Belûcistanê li bajarê Çabaharê operasyon kirine ser avahiyekî.
Di encamê de kesekî hatiye kuştin û 6 kes jî hatine girtin. Dema hêzên asayîşê davêjin ser avahiyê, di navbera wan û endamên rêxistinê de şer dertê.
Li gor çapemeniya Îranê; di encamê de kesekî endamê rêxistinê hatiye kuştin û 6 kesan xistine binçav. Îran bûyerê bi terorê binav dike lê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê rêxistin hene ku ji bo rizgariya Belûcistanê şer dikin.
Her weha xelkê Sîstanê jî ji ber Sunnîne, Tehran an rêvebiriya Şî’ayan ji Sîstaniyan û Belûciyan hez nakin û gelek caran bûyerên weha li wê eyaletê diqewimin.
Îranê ragihand ku avahiya avêtine ser, ji aliyê rêxistinê de bi armanca operasyonan dihat bikaranîn. Ji ber wê jî di avahiyê de çek, techîzadên leşkerî û muhîmmat ketine destê asayîşa Îranê.
Navê rêxistina Sîstanî an Belûcistanî nehat dayîn û ji hêzên asayîşê kes hatiye kuştin an nehatiye kuştin, nehat zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin