Îran | Li santrala enerjiyê ya Îsfahanê teqîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku teqîneke din li kargeheke enerjiyê ya Îranê çêbûye ku bûye sedema ziyaneke mezin a madî.
Ajansa nûçeya e fermî ya Îranê IRNAyê ragihandiye ku li Îsfehanê di kargeha enerjiyê de teqîn çêbûye, lê di encama teqînê de ti ziyaneke canî pêk nehatiye.
Serokê Kompanyaya Enerjiyê li Îsfehanê li ser teqînê ragihand, teqîn ji encama têkçûna amûreyekê rû daye û teqîn ne cihê nîgeraniyê ye.
Hêjayî gotinê ye, ev çend heft e ne teqînên bi vî rengî li herêmên serbazî û atomî û pîşesazî yên Îranê çêdibin ku Îran wan bi pirsgirêkên teknîkî ve girê dide.
Lê belê di medya cîhanî de nûçeyên ku li pişt wan teqînan Îsraîl heye têne belavkirin û hinek rayedarên Amerîkî jî li ser vê yekê dibêjin, Îran amadekariya bersiva wan teqînan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin