Îranê li Urmiyeya Rojhilat baregeheke nû ya asmanî ava kir

11 September 2024 19:23 0 dîtin
Îranê li Urmiyeya Rojhilat baregeheke nû ya asmanî ava kir

PeyamaKurd – Sûpaya Pasdarên Îranê li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, baregeheke nû ya asmanî ava kir.

Piştî avakirina baregeha leşkarî ya asmanî li Urmiyê, Fermandarekî Pasdaran ê li bajarê Urmiyê ragihandiye ku divê li hemû deverên bajarê Urmiyê û tevahiya deverên niştecihbûnê kamerayên çavdêrîyê bêne danîn û binkeyên parastin û parêzvanîyê bêne bicihkirin.

Xelkê Urmiyê ji zêdekirina hêzên leşkerî û milîtarîzekirina bajêr nerazî ye ku dibêjin, tam jî di salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ya piştî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî de ev yek tê kirin û li tevahiya bajêr jî kamerayên çavdêriyê têne bicihkirin.