Îran: Me bi awayekî demkî dest danî ser du balafirên Amerîkayê!
PeyamaKurd – Televizyona fermî ya Îranê ragihand ku hêzên Deryavaniya Îranê li Derya Sor dest danîne ser du balafirên bêpîlot ên Amerîkayê û paşê jî ew serbest berdane.
Li gorî nûçeya televizyona Îranê belav kiriye, hêzên deryavaniya Îranê bi hinceta ku ewlehiya deryayî xistine xeterê, dest daniye bi awayekî demkî dest daniye ser du balafirên bêpîlot ên Amerîkayê.
Herwiha hatiye diyarkirin ku ew balafir piştî hişyarîdana fîloya deryayê ya Amerîkayê ya li Derya Sor hatine desteserkirin û piştî demekê jî ew balafir serbest hatine berdan.
Di dîmenên hatine belavkirin de jî xuya dike ku hêzên Îranê ji nav keştiya xwe wan balafiran daf didin nav deryayê.
Herwiha Amerîkayê jî 30yê Tebaxê ragihandibû ku Artêşa Pasdarên Îranê xwestiye balafirên wan ên bêpîlot li Kendava Besrayê desteser bike, lê hêzên deryavaniya Amerîkayê rêgirî li wan kiriye û nekarîne desteser bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin