Îran naxwaze Herêma Kurdistanê bibe hêzeke mezin a aborî
PeyamaKurd – Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîka Kolonel Myles Caggins ragihand, Îran naxwaze Herêma Kurdistanê bibe hêzeke mezin a aborî.
Albay Caggins derbarê rojevê de daxuyanî dan.
Caggins amaje bi wê yekê kir ku êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê yek ji karesatên Iraqê bû, Caggins tekez kir ku Amerîka êrîşên moşekî şermezar dike û girîng e Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî êrîşên moşekî yên li ser Hewlêrê li Davosê şermezar dike.
Caggins diyar kir ku Amerîka bi berçavgirtina helwesta Herêma Kurdistanê rêzê li nêrîna Herêma Kurdistanê digire û got, "Pirsgirêka herî mezin Îran e, li dijî Herêma Kurdistanê moşekên balîstîk bi kar tîne."
Caggins eşkere kir, Îran dixwaze peyamekê bide Herêma Kurdistanê ku naxwaze bibe xwediyê hêzeke mezin a aborî li herêmê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda pê re wê li Davosê Kurdistanê bigihînin asteke bilind.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin