Îran: Pistî pevguhertina girtiyn danûstandina bi Amerîka re dewam dike

24 September 2023 17:03 0 dîtin
Îran: Pistî pevguhertina girtiyn danûstandina bi Amerîka re dewam dike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan ragihand ku piştî pevguhertina girtiyan a hefteya borî jî danûstandina peyaman a navbera wan û Amerîkayê dewam dike.

Li gorî ajansa Tesnim a Îranê Ebdullahyan gotiye, piştî pevguhertina girtiyan danûstandina peyaman a di navbera Tehran û Washingtonê dewam dike û li ser vegera peymana nukleerî jî daye zanîn, heger alî amade bin Îran jî di vegera peymana nukleerî de cidî ye.

Hate diyarkirin ku Ebdullahiyan, li New Yorkê di hevdîtina ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres de, gotiye: "Danûstandina peyaman a bi Amerîka re didome. Siltanê Umanê hêj li ser masê ye. Aliyê din jî heger li ser vê înîsiyatîfa Uman werin ba hev, em jî di vegera peymana nukleerî de cidî ne.”