Îran û Tirkiye di qutkirina ava çeman bi ser Herêma Kurdistanê de berdewam in

23 March 2021 16:22 0 dîtin
Îran û Tirkiye di qutkirina ava çeman bi ser Herêma Kurdistanê de berdewam in

PeyamaKurd – Welatên Îran û Tirkiyê ligel hebûna peymanên navneteweyî yên li ser çawaniya bikaranîna ava hevpar a navbera welatan jî li gorî wan peymanan tevnagerin û ava rûbaran li ser Herêma Kurdistanê qut dikin.

Îran çar sal in ava çemên Zêyê Biçûk û Sîrwan ên li parêzgeha Kurdistanê bi ser Herêma Kurdistanê de qut dike ku ziyaneke mezin gihandiye xelkê.

Herwiha Tirkiye jî ligel peymanên navdewletî û rêkeftinên ligel Iraqê hatine kirin jî di qutkirina ava çemên ji bakurê Kurdistanê diherikin Herêma Kurdistanê de berdewam e.

Ev yek hemû rêkeftin û yasayên navdewletî yên derbarê ava çemên hevbeş de binpê dike û dibe sedem ku bi sed hezaran masî bimirin û ziyaneke mezin bigihe berhemên çandiniyê û cotkaran.

Mamosteyê zanîngehê Selam Mehmûd ji K24 re li ser mijarê gotiye: "Îran ji Havîna 2017an ve pabendî peymana avê nabe û ava çemê Zabê bi riya bendava Kolsa digire. Ev mijar girêdayî yasayên navdewletî yên ava hevbeş e û divê Hikûmeta Iraqê di vî warî de tevbigere."

Endamê Perlemantoya Iraqê Arezû Mehmûd jî dibêje: "Li ser ewlehiya avê, rêkeftin di navbera welatan de heye. Hikûmeta Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gelek caran ji rayedarên Îranê xwestine ku avê bi temamî qut nekin, lê belê ew berdewam in li ser qutkirina avê bi taybet di Havînê de. Eger Îran avê berde jî, bi rêjeyeke biçûk dibe û têra pêdiviyên Herêmê nake, ji ber wê jî, karesat encam didin.”

Ji ber qutkirina ava çemên Serwan û Zêyê Biçûk gelek caran krîza ava vexwarinê jî li gelek navçeyên Herêma Kurdistanê rû dide.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî peywendiyê bi konsolxaneya Îranê ya li Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar re dike, ji bo vedîtina çareyan ji wê pirsgirêkê re, lê belê arîşe heta niha jî berdewam e. Li aliyê din bi Tirkiyê re heman pirsgirêk berdewam dike ku heta niha nehatiye çareserkirin.