Îranê 6 sal ceza û qedexeya axaftinê li ser derhênerê navdar Cafer Penahî sepand
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Dadê ya Îranê Mesûd Setaşhî, biryara derbarê derhênerê navdar Cafer Penahî ku demek berê hatibû binçavkirin, eşkere kir.
Setaşhî ragihand ku ji ber cezayekî girtîgehê yê sala 2010an Cafer Penahî bo girtîgeha Evîn hatiye veguhestin û wê 6 sal cezayê girtîgehê bikişîne.
Herwiha berdevkê wezaretê daye xuyakirin ku heta 20 salan derhêneriya fîlman, nivîsîna senaryoyan û axaftina ligel medyayê ji Cafer Penahî re hatiye qedexekirin.
Penahî dema xwestibû, rewşa derhênerên sînemayê yên hatibûn binçavkirin, Mahummed Resulof û Mustefa Al Ahmed bipirse, li ber girtîgehê ji aliyê dozgeriyê ve hatibû binçavkirin, piştre jî bi hinceta cezayekî wî yê berê hebûye, hatiye girtin.
Penahî li gelek festîvalên navdewletî xelat wergirtine û herî dawî sala 2018an bi fîlmê ‘Sê Rû’ li Cannesê xelata senaryoya herî baş wergirtibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin