Îranê bersiv da welatên Ewropî: We jî pistgiriya Sedam dikir!

24 September 2019 20:50 0 dîtin
Îranê bersiv da welatên Ewropî: We jî pistgiriya Sedam dikir!

PeyamaKurd – Sererkanê Îranê Muhammed Bakirî di gotara xwe ya li parlamentoyê de, li ser tawanbarkirina bi êrîşa Saudî Aramco ji aliyê welatên Almanya, Fransa û Brîtanyayê axivî û got ku wan welatan jî dema şerê Îran-Iraqê piştgiriya Sedam Huseyîn dikir.

Bakirî bertek nîşanî wan welatên Ewropî da û got, "Welatên wekî Fransa û Brîtanyayê piştgiriya siyasî û alîkariya çekan didan Sedam Hûseyîn. Almanyayê çekên kîmyewî didan Sedam Hûseyîn. Heman dewlet niha jî sozên xwe yên peymana atomî bicih nayînin û li dijî Îranê daxuyaniyeke hevbeş radigihînin.”

Bakirî li ser êrîşa Aramcoyê jî diyar kir ku Hûsiyên Yemenê ev 4 sal in dijî Erebistana Siûdî şer dikin û xwedî wê karînê ne ku kargehên petrolê jî bikin armanc.

Bakirî herwiha da zanîn ku ji xeynî Siûdî û Îmarata Erebî li herêmê ti dijminên wan tune ne û xwest, ew welat jî vegerin îslamê û bi Îranê re jî hevkariyê bikin.