Îranê bi Derya Sipî û Buhira Cebelîtariqê Amerîkayê tehdîd kir

23 December 2023 22:35 0 dîtin
Îranê bi Derya Sipî û Buhira Cebelîtariqê Amerîkayê tehdîd kir

PeyamaKurd – Krîza Derya Sor dewam dike û Îran niha Amerîkayê bi Derya Sipî û Buhira Cebelîtariqê tehdîd dike. Koordînatorê Fermandariya giştî yê hêzên Şoreşa Îranê Muhammed Riza Nakdî got:

“Do, Kendava Basrayê û Buhira Hurmizê ji wan re bû kabûsekî. Îro li Derya Sor ketin kemînê. Di nêz de wê Derya Sipî, Buhira Cebelîtariqê û rêyên din yên avê wê li ber wan bê girtin. Bila rawestin û bibînin.”

Îran tevî ku ti hêza wan û hevkarên wan di Derya Sipî de tine van tehdîdan dike. Tenê sînorê hevkarên Îranê yên Sûriyê û Lubnanê bi Derya Sipî re heye lê ew hêza wan nîne ku bandorê li Derya Sipî bikin.