Îranê cezayê 10 salan da mamosteyên zimanê Kurdî
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sinnê, her yek 10 sal cezayê da mamosteyên zimanê Kurdî. Navên her dû mamosteyan Sirwa Pur Muhammed û Îdrîs Minberi ne. Tewana ku dadgeh di derbarê wan de kir; ‘xerabkirina nîzama giştî’ û ‘avakirina rêxistinê li dijî desthilatê’ ne.
Mamostê ku ceza dana wan yê bi navê Îdrîs Mînberî, ragihand ku ji ber hildana ala Kurdistanê, parastina têgeha pirneteweyî, xwepêşandana ji bo Jîna Emînî ceza daye wan.
Rêxistina mafên mirovan ya Kurdistanê jî mijarê ragihand. Her dû mamostên navborî endamên miclisa civaka çandê ya Nojînê ne. Xebatên meclisa Nojîn di sala 2010an de destpêkiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin