Îranê daxwaza civîna herêmî bo Xezeyê kir û hisyariya belavbûna ser da!

13 October 2023 18:25 0 dîtin
Îranê daxwaza civîna herêmî bo Xezeyê kir û hisyariya belavbûna ser da!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan li ser şerê navbera Îsraîl û Hamasê û bombebarana ser Xezeyê ya Îsraîlê gefa belavbûna şer xwar.

Ajansa fermî ya Lubnanê NNAyê daye xuyakirin, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan di çarçoveya serdana xwe ya Beyrûtê de, bi Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbulahê Hesen Nasralah re hevdîtinên cuda pêk anîne.

Ebdulahiyan li ser rewşa Xezeyê daxwaza lidarxistina civîneke herêmî kir û got, “Ger Îsraîl êrîşên xwe ranewestîne dê bûyer li hemû herêmê belav bibin.”

 Husên Emîr Ebdulahiyan got: “Ji bo me ya girîng ewlehî û aramiya Lubnanê ye. Armanca sereke ya serdana min ev e. Ez pêşniyar dikim ku di asta serkirdeyên herêmê de civînek were lidarxistin. Ger Îsraîl êrişên xwe nede sekinandin dê bûyer li hemû herêmê belav bibin.”

Serokwezîrê Lubnanê Mîkatî ragihand: “Pêwîst e mijara parastina Lubnanê û rewşa li Xezeyê bên guftûgokirin û çareserkirin.”

Herwiha Ebdulahiyan bi rêberê Hizbulahê Nasralah re jî hevdîtin kir û li gorî daxuyanîya nivîskî ya Hizbulahê, Ebdulahiyan û Nasralah geşedanên dawî yên Xezeyê gotûbêj kirine.