Îranê ji bo Amerîkayê got: Berteka me wê tund be!

20 April 2018 10:40 0 dîtin
Îranê ji bo Amerîkayê got: Berteka me wê tund be!

PeyamaKurd- Di navbera Amerîka û Îranê de gengeşiya ji ber Peymana Çekên Kîmyewî, didome.

Wezîrê karên derve yê Îranê Cevad Zarîf li bajarê Amerîkayê li New Yorkê daxuyaniyek da û got ku “Heke Amerîka xwe ji ber Peymana Çekên Kîmyewî bide alîyekî, em ne bêçare ne. Gelek rê li ber me jî hene.

Zarîf wiha berdewam kir: Em Amerîkayê hişyar dikin ku peymanê betal neke. Heta ku Amerîka xwe bi paş de nekişîne, em xwe nakişînin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îdda dike ku Îranê gelek caran peyman îhlal kiriye û ji ber vê yekê divê têkiliyê bi Îranê re werin kêmkirin.