Îranê li ser egera êrîseke Amerîkayê gef li welatên herêmê xwar!

01 February 2024 22:02 0 dîtin
Îranê li ser egera êrîseke Amerîkayê gef li welatên herêmê xwar!

PeyamaKurd – Piştî gefên bersivdana êrîşa baregeha Urdinê ya Amerîkayê, hate ragihandin ku Îranê jî bi awayekî veşartî gef li welatên herêmê xwariye ku ger Amerîka ji baregehên welatê wan êrîş bike, ew ê li wan welatin bixin.

Rojnameya El Cerîde ya Kuwêtê ragihandiye, Encûmena Bilind a Asayîşa Netewî ya Îranê ferman daye wezareta derve ya welatê xwe ku peyama hişyariya veşartî û bilez ji hemû welatên herêmê yên binkeyên artêşa Amerîkayê li wan heye re bişînin.

Rojnameyê daye zanîn ku Tehranê ev hişyarî daya wan welatan ku ger êrîşeke Amerîkayê li ser wan pêk were, ew ê li wan welatên baregehên Amerîkayê li wan heye bixin.

Di peyama Îranê de hatiye ragihandin ku ew hişyarîyê didin, ax û esman û ava herêma her welatekî dijî Îranê bê bikaranîn, Tehran wek dijminê rasterast dê li wî welatî binêre û yê ku hatiye agahdar kirin wê ji bedêla bide berpirs be.

Hêjayî gotinê ye, 28ê Çileyê di êrîşa dronî ya ser baregeha Amerîkayê ya li Urdinê de, 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin û 34 jî birîndar bûn. Rêveberiya Washingtonê ev çend roj in gefa bersiva tund ya êrîşên Îranê û milîsên wê dixwe.