Îranê pistî dorpêçan dest bi firotina petrolê bo Japonyayê kir
PeyamaKurd - Rejîma Îranê ku ji ber dorpêçên Amerîkayê yên Mijdara 2018an tengezar bûye, ji bo xwe ji dorpêçên aborî rizgar bike û krîza aborî sivîk bike û dorpêçan bişkîne li bazarên nû yên petrolê digere.
Serokê Banka Navendî yê Îranê Abdunnasir Hemmati li ser hesabê Instagramê ragihand, "Îranê piştî Çîn, Koreya Başûr, Hindistan û Tirkiyê dest bi hinardekirina petrolê bo Japonyayê kiriye. Dê banka navendî ya pêbawer a stuna welatê me, bi çavkaniyên nû yên derveyî welat re dahata petrolê zêde bike û qonax qonax bikeve nav bazarê.”
Rêveberiya Amerîkayê tenê ji bo heyamekê destûr dabû welatên Hindistan, Çîn, Tirkiye, Koreya Başûr, îtalya, Taywan, Yûnanistan û Japonya ku bi Îranê re karê bazirganî berdewam bikin û piştre jî li gorî dorpêçan tevbigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin