Iraq - 28 milyon kes dikarin di hilbijartinên bê de dengê xwe bidin
PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku di hilbijartinên bê de 28 milyon kes mafê dengdanê hene.
Di daxuyaniya komîsyonê de hat ragihandin ku di hilbijartinên ku di Cotmeha 2024an de tên lidarxistin de ji 46 mîlyon welatiyan 28 mîlyon wê xwedî mafê dengdanê bin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, herî zêde zêdekirina dengderan li parêzgehên Bexda, Mîsan, Nînewa, Enbar û Zîqarê hatiye tomarkirin û ji zêdebûna 1 milyon dengderan jî kesên di sala 2007an de ji dayik bûne pêk hatiye.
Di hilbijartinên sala 2021ê de li Iraqê hejmara dengderan 25 milyon û 139 hezar û 375 kes bû, di sala 2018ê de jî hejmara dengderan 24 milyon û 352 hezar û 253 kes bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin