“Iraq-Amerîka niqas dikin bê hevkariyekî mayînde ya ewlehiyê dê çawa li Iraqê ava bikin”

28 January 2024 00:27 0 dîtin
“Iraq-Amerîka niqas dikin bê hevkariyekî mayînde ya ewlehiyê dê çawa li Iraqê ava bikin”

PeyamaKurd – Komîsyona Bilind ya Hevkariya Leşkerî ya Iraq-Amerîkayê (HMC) civîna xwe ya staretejîk li Bexdayê dikin. Civîna yekem roja Pênşemê hat kirin û ya duyê îro li Bexdayê kirin. Di civînê de wê şeklekî nûh bidin misyona hêzên koalîsyonê ya li Iraqê. Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani di ragihandina xwe de got:

“Ji bi dawîanîna misyona leşkerî ya koalisyona navdewletî, pisporên leşkerî yên her aliyan berpirsin.”

Balyoza Amerîkayê ya Bexdayê Alina Romanowski jî di mijarê de, di ser hesabê xwe yê Xê de weha ragihand:

“Iraq û Amerîka munaqeşe dikin bê wê misyona koalîsyona navdewletî ya li hemberê IŞİDê, di nav wextê de çawa bibe hempariyekî ewlehiyê ya mayînde.”