Iraq biryara Îsraîlê ya berfirehkirina nistecihbûnê li Girên Golanê sermezar dike

16 December 2024 11:56 0 dîtin
Iraq biryara Îsraîlê ya berfirehkirina nistecihbûnê li Girên Golanê sermezar dike

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Iraqê biryara Îsraîlê ya berfirehkirina niştecihbûnê li Girên Golanê şermezar kir.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Em biryara sîyonîst a ji bo berfirehkirina polîtîkayên niştecihbûnê yên li Girên Golana Sûrîyê ya dagirkirî bi tundî şermezar dikin. Ev biryar binpêkirina eşkere ya hiqûq û rewabûna navneteweyî ye."

Di daxuyaniyê de ku weke piştrastkirina "helwesta teqez û bibiryar" ya Iraqê li ser piştgirîkirina mafê Sûriyê ji bo vegerandina serweriya tam li ser xaka xwe hatiye tomarkirin, hat gotin ku " Golan xaka Sûriyê ya dagîrkirî ye û her kiryarên ku bi mebesta guhertina statuya wê ya yasayî û demografîk be nerewa û neqanûnî ne."

Wezareta Derve ya Iraqê herwiha daxwaz ji civaka navdewletî kir ku helwesteke bibiryar ji bo şermezarkirina binpêkirinên berdewam ên Îsraîlê, parastina yekrêzî û serweriya axa Sûriyê û dabînkirina ewlehî û aramiyê li navçeyê nîşan bide.