Iraq: Hebûna PKKê ya li Herêma Kurdistanê bi rêkeftina navbera wê û Tirkiyê ye
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Iraqê li ser operasyonên Tirkiyê yên bi hinceta PKKê li ser erda Iraqê û Herêma Kurdistanê berdewam dikin daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Iraqê di daxuyaniyê de eşkere kir: “Em vê bi bîr tînin ku hebûna piraniya çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê), di encama rêkeftineke navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê de ye, di heman demê de em redkirin û nerazîbûna Iraqê jî nîşan didin ku em destdirêjiyên Tirkiyê li nav axa Iraqê dibînin.”
Di daxuyaniyekê de hat eşkere kirin ku wan Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê bangî wezaretê kiriye û peyama nerazîbûna hikûmeta Iraqê ango notaya protestoyê radestî wî kirine.
Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir, ji ber binpêkirin û destdirêjiyên berdewam ên artêşa Tirkiyê, Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê ji bo wezaretê hatiye bangkirin.
Hat gotin ku wezaretê bi zimanekî tund nerazîbûna xwe radestî Balyozê Tirkiyê kiriye û daxwaz kiriye ku dest ji reftarên bi rengî û binpêkirinan berdin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Hikûmeta Iraqê daxwaza xwe ya ji bo vekişîna hemû hêzên Tirkiyê ji nav axa Iraqê nû dike, bi awayekî ku pabend bibe bi rêzgirtina li ser serweriya wê ya niştimanî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin