Iraq | ‘Ji bo Besrayê banga avakirina herêma federalî tê kirin’
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku aliyên siyasî yên li Besrayê bang li deshilatên Iraqê dikin ku herêmeke federalî ya Besrayê were avakirin.
Li gorî nûçeya rojnameya El Ereb blokên siyasî yên li parêzgeha Besrayê ragihandine ku hevalbendiyek bi navê ′Komeleya Feyhaa ya Federal′ hatiye avakirin.
Hatiye diyarkirin ku armanca wê jî dayîna mafê destûrê ya avakirina rêveberiyeke xweser a komek parêzgehên derdora Besrayê ye ku tê gotin, ji bo pirsgirêkên xwe yên siyasî û bi taybetî aborî çareseser bikin pêwîstî bi avakirina herêmeke federalî heye.
Ev bangewaziya aliyên siyasî yên Besrayê beriya hilbijartinê herêmê yên 18yê Kanûnê hatiye kirin ku niha gelek pirsgirêkên xizanî, bêkarî û hilweşîna binesaziyê li Besrayê hene.
Hêjayî bibîrxistinê ye, herêma Besra û Herêma Kurdistanê piraniya wan ji sûniyan pêk tê ku ger Besra jî bibe herêmeke cuda Iraq dê ji 3 herêmên federalî pêk were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin