Iraq | Li di encama sewatê de 50 dikan sewitîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 22yê Hezîranê li nav pasajeke navenda bajarê Beqube yê parêzgeha Diyale ya Iraqê de, şewateke mezin derket û nêzî 50 dikan şewitîn.
Li gorî ragihandina medya Iraqê, rêveberiya berevaniya şaristanî, şewata ku li navenda bajarê Beqube di pasaja Farûq a bazirganî de derketiye, vemirandiye û rewş hatiye kontrolkirin.
Li gorî zanyariyan ji ber şewatê ti ziyanên canî çênebûne, lê ziyaneke mezin a madî çêbûye.
Hat diyarkirin ku berevaniya şaristanî daxwaz kiriye, lêkolîn li ser sedemên şewatê bên kirin û tîmên pispor li ser sedemên şewatê kar bikin.
Li gorî şahidan şewat ji ber bargiraniya zêde ya li ser amûrên elektrîkê derketiye ku ziyanên madî yên vê şewatê bi milyonan dînar e ku dikandar dixwazin hikûmeta Iraqê wan qerebû bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin