Iraq: 'Parêzgarê DAISê yê Tirkiyeyê' li Sûriyeyê hat kustin

06 April 2023 10:03 0 dîtin
Iraq: 'Parêzgarê DAISê yê Tirkiyeyê' li Sûriyeyê hat kustin

PeyamaKurd – Servîsa Îstixbarata Neteweyî ya Iraqê diyar kir, parêzgarê DAIŞê yê Tirkiyê, bi navê Halît Aîd Ehmed Cibûrî di operasyoneke li Sûriyê de hatiye kuştin.

Di daxuyaniya Sererkaniya Îstixbarata Neteweyî ya Iraqê da hat destnîşankirin, bi talîmata Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şîa Sûdanî li dijî DAIŞê operasyon hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, endamê rêxistinê yê herî metirsîdar û "parêzgarê Tirkiyeyê" yê bi navê Halît Aîd Ahmet El Cibûrî bi navê kod Yakup El-Muhacir li Îdliba Sûriyeyê hat kuştin.

Dezgeha istixbarata niştimanî ya Iraqê ragihand, El Cibûrî endamê berê yê El-Qaîde bû û piştre tevlî DAIŞê bû û wek efserê leşkerî li derveyî Mûsilê û endamê rêxistina berpirsê bakur û rojhilatê Mûsilê erkê xwe girt.

Herwiha hat ragihandin, çekdarê ku karê wî yê dawî 'waliyê Tirkiyeyê' bû, li Ewropayê amadekariya êrîşê dikir.