Iraq tixûbê xwe yê bi Sûriyeyê re asê dike
PeyamaKurd – Pisporên aborî û siyasî daxwaza vegerandina peywendiyên Iraq û Sûriyeyê li ser qonaxekê dikin ku bi rastî atmosfereke erênî çêke û tekezî li ser asayîkirina pêwendiyên Iraq û Sûriyeyê dikin.
Tevî peywendiyên dîplomatîk ên di navbera Iraq û Sûriyê de, pispor di wê baweriyê de ne ku dîwarên betonî yên li ser sînor hevkariya di navbera her du welatan de sînordar dike.
Iraq li parêzgeha Enbarê li ser sînorê Sûriyê dîwarekî betonî bi dirêjahiya 300 kîlometran çêdike da ku rê li ber derbasbûna terorîstan li navçeyê bigire û qaçaxçîtiyê bike.
Tiştê ku rewşê aloztir dike ew e ku Hikûmeta Iraqê ev 60 roj in deriyên sînor li ber bazirganiyê û geştiyaran girtiye. Pisporên siyasî dibêjin ku pêwîst e têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de asayî bibin.
Pisporê ewlehiyê Seyf Se’d got, “Divê zimanê dîplomatîk di çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du welatan de rola xwe bilîze. Girîng e ku hikûmeta Sûriyeyê zimanekî nerm bi kar bîne da ku têkiliyên baş bi welatên cîran re deyîne û rêz li helwêst û îradeya gelê Sûriyeyê bigire ku çarenûsa welatê xwe li ser rêya avakirina dewleteke rasteqîn diyar bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin