Iraq: Wê pistî serê salê bi hevkariya Herêma Kurdistanê kampên koçberan bên girtin
PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê ragihand ku ji destpêka sala 2021ê ve, bi hemahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê kampên koçberan bên daxistin.
Piştî civîna Encûmena Wezîran a Iraqê Wezîrê Rewşenbîrî yê Iraqê Hesen Nazim biryarên civînê xwendin û ragihand: “Di destpêka sala bê de bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê kampên koçberan bên girtin. Di çend hefteyên pêş de li parêzgehên Iraqê ti kampeke koçberan namîne.”
Hesen Nazim got: "Di mehekê de nêzîkî 25 hezar koçber vegeriyane herêmên xwe. Ev yek jî bi hevkariya Wezareta Koç û Koçberan û saziyên ewlekariyê bû. Di hefteya pêş de soz hatiye dayîn ku 3 kampên din li parêzgeha Selahedînê bên girtin û krîza koçberan bi dawî bibe. Niha tenê 6 kamp li parêzgehên Nînowa, Kerkûk, Diyala û Enbarê mane."
Wezîrê Rewşenbîrî yê Iraqê da xuyakirin: "Koçber rojane vedigerin herêmên xwe. Di nava çend hefteyên pêş de wê 3 kampanyayên din werin girtin. Bi vî rengî wê krîza koçberan a li parêzgehên Kerkûk, Diyala û Selahadîn bi dawî bibe û ti kampek jî namîne. Di destpêka sala bê de pilanek ji bo girtina kampên li Herêma Kurdistanê heye û ev jî bi hevkariya hikûmeta Herêmê dê bibe."
Hejmara koçberan li tevahiya Iraqê gihîştiye 5 milyon û 500 hezaran ku nêzî milyonek kes jî di dema şerê DAIŞê de ji Iraqê derketine çûne welatên cîran û Ewropayê.
Herêma Kurdistanê ji bo koçberên Iraqê bûye cihê pêşwazîkirinê û ji dema êrîşa DAIŞê ve bi sed hezaran kes li kampên li Herêma Kurdistanê bicih bûne ku bi dehhezaran Êzidî hîn jî li kampên Herêma Kurdistanê bi taybetî li kampên li Duhokê dimînin û ji ber nearamiya li herêma wan û hebûna komên çekdar nikarin vegerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin