Iraqê biryar daye ku malbatên Iraqî yên li kampên koçberan vegerîne
PeyamaKurd – Iraqê biryar daye ku malbatên Iraqî yên li kampên koçberan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên wek Kampa Holê vegerînin Iraqê û heta niha wan 610 malbat ku 2600 kes in, vegerandine.
Li gor Şêwirmendê Stratejîk ê Serokwezîrê Iraqê Seîd Naime diyar kir: “Biyara hikûmeta Iraqê ya stratejîk ku hatiye girtin, vegerandina malbatên Iraqî, jin û zarokan ji kompên koçberiyê yên Sûriyê bo Iraqê bi rêk û pêk tê meşandin û bi berpirsyariyeke mezin hate pêkanîn.”
Seîd Naime eşkere kir, wan heta niha 610 malbatên ango 2600 kes vegerandine û got: “Tîma komîteya bilind ku bi veguhastina malbatan hatiye erkdarkirin heta niha karibû 610 malbatên ango 2600 kesan ji Sûriyê vegerînin Iraqê û di navendeke çaksaziya derûnî û civakî de li başûrê Mûsilê li gorî bernameyên zanistî û pispor hatine çakkirin. Di vê çaksaziyê de tîmeke pisporan ji analîstên derûnî û ji Tenduristiya Derûnî ji Neynewa beşdar bûn, li gel xebateke mezin a hejmareke saziyên hikûmetê ku bêhtirî 6 mehan berdewam kir û ji nûve beşdarî civakê hatin kirin.”
Herwiha Seîd Naime eşkere kir: “Heta niha 410 malbat ji nû ve beşdarî civakê hatin kirin û ji navendên çaksaziyê bo warên wan ên resen ên 5 parêzgehan hatin vegerandin û niha bi aştî jiyana xwe didomînin û ji aliyê civakê ve jî hatine qebûlkirin û hemû jî xurt, keç û jinên me yên Iraqî ne ku rastî rewşeke dijwar hatine. Xebatên beşdarkirina nava civakê ji navendên çaksaziyê bo deverên wan ên resen berdewam in. Di heman demê de xebatên veguhastinê malbatan ji kampa Holê bo navendên çaksaziyê berdewam in. Weke xaleke girîng tu malbatek bêyî ku di aliyê ewlehî, istixbaratî û yasayî de neyê lêpirsînkirin nayê vegerandin, herwiha belgeyên wan ên nasnamebûnê jî tên lêkolînkirin. Hemû xebat tenê Iraqiyan digire nava xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin