Iraqê li ser êrisên Amerîkayê daxuyanî da!
PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Avadî di daxuyaniya xwe ya derbarê operasyonên ku ji aliyê Amerîkayê ve di nîvê şeva borî de li dijî komên alîgirên Îranê hatin lidarxistin de, behsa kuştî û birîndaran kir.
Li gorî Avadî, di êrîşên ku Amerîkayê li dijî komên çekdar ên li Iraqê pêk anî de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.
Avvadî di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Rêveberiya Amerîkayê li herêma Kaim Akkaşat (Enbar) êrîşî hêzên me yên ewlehiyê kirin. Di vê êrîşa dijminane da sivîl jî di nav de 16 şehîd bûn û 25 kes jî birîndar bûn.
Avvadî herwiha got, di encama êrîşê de ziyanên madî gihaştine niştecih û milkên giştî yên herêmê û îdia kir ku îdiayên ku dibêjin Amerîka derbarê êrîşê de hikûmeta Iraqê agahdar kiriye, bêbingeh in.
Avvadî diyar kir ku ev êrîş wê zirarê bide ewlehiya herêmê û got, “Ev kiryara êrîşkar ne tenê wê asayîşa Iraq û herêmê berkendal bike, ev berovajî hewldanên ji bo bidestxistina aramiyê nakokiyê çêdike.
Weke Iraq em careke din tekez dikin ku em rê nadin axa me bibe qada rûbirûbûn û nakokiyan û pêwîst e hemû alî vê yekê bizanibin. Xaka welatê me û serweriya welatê me ne cihê şandina peyaman û nîşandana hêzê ye di nav dijminan de ye.
Hebûna hevpeymaniya navdewletî ku ji erk û desthilatên xwe yên diyarkirî dûr dikeve, bûye sedemek ku gefê li ewlekarî û aramiya Iraqê dixwe û herwiha bûye sedemek ku Iraq ber bi nakokiyên navçeyî û navdewletî ve bikişîne. "

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin