Îro li Tirkiyê jimara miriyên Kovid-19 ê 55 kesin
PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca rewşa dawî ya Kovid-19 ê ya li Tirkiyê ragihand. Koca di ragihandina xwe de got ku jimara miriyên îro 55 kesin û yên ku îro bi Kovid-19 ê ketine 1114 kesin. Koca di ser hesabê xwe yê twitterê de weha got:
“Eger em tedbîran ji dest bernedin, di nêz de wê jimara nexweşên rojane dakeve binê hezarî. Nexweşên me yên ku pêdiviya wan bi hûrlênêrînê û cîhazên nefesê hene kêm dibin. Jimara kesên ku wefat kirine îro 55 in. Bedela kêmkirina tedbîran dê gelek giran be.”
Rêje û rewşa îro li bakûrê Kurdistan û Tirkiyê weha ye:
1.403.320 heb test heya îro hatine kirin.
139.771 kes heya niha bi nexweşîna Kovid-19 ê ketine.
3.841 kes heya niha wefat kirine.
1.126 kes di beşên hûrlênêrînê de ne.
578 kes bi cîhazan ve girêdayîne.
95.780 kes heya niha baş bûne.
32.722 test iro hatine kirin.
1.114 kes îro bi nexweşînê ketine.
55 kes îro mirine.
3.089 kes îro baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin