Îsal xirîstiyanên Iraqê tenê li Kurdistanê cejna xwe pîroz dikin
PeyamaKurd – Ji ber rewşa neasayî ya siyasî li Iraqê, Xirîstiyanên Iraqê tenê li Herêma Kurdistanê dikarin ahengên pîrozkirina Cejna Jidayikbûna Hezretî Îsa (Mesîh) li dar bixin. Li Herêma Kurdistanê cejna krîsmasê bi ahengên mezin û di nav ewlehî û aramiyê de tê pîroz kirin.
Metranê Suryanên Ortodoks di gotara xwe de bal kişand ser hilweşandina ahengên pîrozkirinê yên li Iraqê û got, “Ji destpêkê ve ez ne ligel biryara hilweşandina ahengên sersalê me, ji ber ku cejna sersalê cejneke ruhî ye zêdetir ji wê ku dunyayî be. Em di bereketa xwedê de ne ku li Herêma Kurdistanê di ewlehî û aramiyê de dijîn.”
Sekreterê Encûmena Serokatiya Herêma Kurdistanê Newzad Hadî jî K24ê re ragihandiye, tevî ew rikeberiyên li pêş gelên Iraqê hene, lê Xirîstiyanên Herêma Kurdistanê cejna xwe dikin û cejnê li hevdu pîroz dikin.
Hêjayî gotinê ye, bi taybet piştî êrîşên DAIŞê hebûna mesîhiyên li Iraqê ketibû metirsiyê û hejmareke zêde jî koçberî Kurdistanê bûbûn ku li wir di nav çanda pêkvejiyanê de bi aramî dijîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin