Îsmaîl Qaanî: Amerîkayê plan daniye ku li herêmê Îranê û Suniyan bide serkirin!
PeyamaKurd - Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî got, Amerîkayê plan daniye li navçeyê Îran û Sunniyan bi hev bide şerkirin, lê Tehran hewl dide tûşî şereke wisa nebe. Qaanî li ser mijara Afganistanê jî gotiye, “Li Afganistanê tişta ji bo me girîng ev e ku ewlehiya Komara Îslamî xirab nebe.”
Li gorî ragihandina medya Îranê Parlamentoya Îranê îro Sêşemê 7ê Îlona 2021 civîneke girtî di derbarê rewşa Afganistanê de li dar xist û Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, Îsmaîl Qaanî raporek pêşkêşî parlamenteran kir.
Li gorî zanyariyên parlamentaran dane, Fermandarê Supaya Quds Îsmaîl Qaanî di civîna îro de ji parlamenterên Îranê re gotiye, ew li gel Talibanê di têkiliyê de ne ji bo ku berevaniyê li şîeyên Afganistanê bikin û diyar kiriye bikaranîna hêza leşkerî ne di rojeva wan de ye.
Berdevkê Desteya Serokatiya Parlamentoya Îranê Nizamedîn Mûsewî li ser naveroka axaftina Qaanî ragihandiye, Fermandarê Supaya Quds ji wan re gotiye Îran li gel Talibanê di nava têkiliyê de ne û pêwendiyên baş ên di navbera Tehran û Kabulê de dê berdewam bin.
Parlamenterê Tewrêzê Ehmed Elîriza Bêygî, ji ajansa Mehr a Îranê re daye xuyakirin, Îsmaîl Qaanî di axaftina xwe de bal kişandiye ser planeke Amerîkayê ya li dijî Îranê û diyar kiriye, Îran hewl dide nekeve xefikê û gotiye, Qaanî tekez kir, tişta ku li Afganistanê ji bo me girîng e, ev e ku ewlehiya Komara Îslamî xirab nebe.
Qaanî destnîşan kiriye, “Plana Amerîkayê ev e ku Îranê tûşî şer li gel cîhana Sunnî bike, lewra Komara Îslamî divê bi awayekî tevbigere ku ewlehiya Îranê xirab nebe û Amerîka negihe armancên xwe.”
Fermandarê Supaya Quds tekez kiriye, şîeyên Îranê ji bo Îranê pir girîng in, lê Tehran naxwaze parastina wan û dabînkirina mafên wan bi rêya bikaranîna hêza leşkerî û şer be û ew hewl didin hemû pêkhate di desthilata bê ya Afganistanê de beşdar bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin