Îspanya amadekariya vekirina konsolxaneya xwe ya Hewlêrê dike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23yê Îlonê pêşwazî li Balyozê Şahinşahiya Îspanya yê nû li Iraqê Pedro Martinez-Avial kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Şahinşahiya Îspanya yê nû li Iraqê kir û hêviya serkeftina di erkê wî de jê re xwest, ji bo pêşvebirina pêwendiyên Îspanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re.
Balyozê Îspanyayê amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da, bi taybet di warên pevguhartina bazirganî û veberhênanê de, ji bo vê mebestê jî ew amadekariyan dikin, ji bo Konsolxaneya Îspanyayê li Hewlêrê vekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin