Îspanya, kirîna jimara otomobîlan ji Çînê 20 qat zêdetir kir
PeyamaKurd – Dewleta Çînê bi hilberîna xwe ya otomobîlan di sala 2022an de jimara ku firotiye welatê Îspanyayê 20 car zêdetir kir û ciyê bazara xwe ya Îspanyayê firehtir kir. Li gor rêjeyên Rêxistina Hilberîna Kamyonan û Otomobîlan ya Îspanyayê (ANFAC); Îspanya ji Çînê di sala 2022an de, bi miqdarê 1,39 milyar Euroyî erebe kiriye lê di sala 2021an de, ev miqdar 68 milyon Euroye.
Çîn bi vê firotina erebeyan ya ji bo Îspanyayê, ciyê Brîtanyayê yê di bazara Îspanya de girt û bû 4em îxracatvanê otomobîlan yê Îspanyayê. Di bazara Îspanya de, di serî de Almanya heye, paşî Fransa û Çekya hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin