Îsraîlê bi mûsekan li basûrê Lubnanê da
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku balefirên wan ên şer li başûrê Lubnanê êrîşek pêk anîne û ragihand ku di êrîşê de rokêtên menzîla navîn ên li ser çepereke Hizbullahê hatine armanckirin.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li herêma Îqlim el-Tuffeyê ya Nabatiyeyê li kêleka çepereke Hizbullahê jî roketavêja din hatiye xistin.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di çarçoveya rêkeftina agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de, karbidestên îsraîlî daxwaz ji artêşa Lubnanê kirine ku çeperên avêtinê û hêzên ku “metirsiyê li ser eniya Îsraîlê dixwin” bêbandor bike.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Tenê piştî ku artêşa Lubnanê ev daxwaz pêk neanîne, êrîş hatiye kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin