Îsraîl car din li Refahê xist: 21 kustî û gelek birîndar hene
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê car din li bajarê Refahê li kampa penaberan ya ji konan xist. Li gor ragihandina wezareta tenduristiyê ya Fîlîstînê; di êrîşa artêşa Îsraîlê de herî kêm 21 kes mirin û bi dehan kes birîndarin.
Wezaret ragihand ku penaberên Fîlîstînê yên rojavayê Refahê yên ji devera El-Mewasiyê derketine, ji xwe re konan vegirtine û di wan konan de diman. Îsraîlê êrîşê wan konan kir û 21 kesan kuşt.
Îsraîlê di 26ê Gulanê de êrîş biribû ser bajarê Refahê û 45 kesan kuştibû û serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu êrîşê trajik ragihandibû û gotibû şaşî çêbûye û wê di derbarê berpirsan de lêpirsînê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin