Îsraîl deriyekî nû yê gihandina alîkariyan bo Xezzeyê vedike

11 April 2024 17:12 0 dîtin
Îsraîl deriyekî nû yê gihandina alîkariyan bo Xezzeyê vedike

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Îsraîlê piştî zextên civaka navdewletî û daxwazên Amerîkayê deriyekî nû ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê vedike.

Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Yoav Gallant ragihand ku Îsraîl deriyekî bejayî yê nû ye gihandina alîkariyên ji derve yan jî ji Urdunê ji bo Filistîniyên li Xezayê vekin.

Gallant ji rojnamevanan re anî ziman, dê deriyê sînor ê nû li bakurê sînorê Xezayê bê avakirin û bi vî awayî dema hatina alîkariyên ku bi kamyonan ji Aşdodê 40 kîlometro dûr e, kurt dibe.

Yoav Gallant wiha got: “Ev bandoreke rasterast li ser herikîna alîkariyê ya ku em plan dikin ku Xezayê pê tijî bikin heye. Herwiha ew ê vekolînên ewlehiyê hêsantir bike û karê me bi hevkarên me yên navneteweyî re baştir bike.”