Îsraîl: Di 24 saetan de 320 armancên Hamas û Cîhada Îslamî hatin bombebaran kirin

23 October 2023 17:49 0 dîtin
Îsraîl: Di 24 saetan de 320 armancên Hamas û Cîhada Îslamî hatin bombebaran kirin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku di nav 24 saetên derbasbûyî nêzî 320 armancên bi Tevgera Hamasê û Cîhada Îslamî re pêwendîdar li Xeta Xezeyê hatin bombebaran kirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku amadekariyên bo êrîşa bejahî bi ser Xezeyê de dewam dikin û deverên hatine bombebarankirin jî ji bo kêmkirina metirsiya li ser hêzên Îsraîlê ye.

Artêşa Îsraîlê daye xuyakirin ku hêzên asmanî şeva derbasbûyî binkeyên Nizamî, binkeyên Dîdebanî, binkeyên Moşekavêjên dije tank û tunêlên ku çekdarên Hemas û Cîhada Îslamî xwe tê de diveşêrin, bi tundî hatine bombebaran kirin.

Herwiha hatiye ragehandin ku operasyoneke bejahî jî li nav Xezeyê hatiye encamdan û hejmarek çekdarên Hamas û Cîhada Îslamî hatine bêbandorkirin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, bîlançoya kuştiyên li Xezayê ji ber êrîşên Îsraîlê, derket 4 hezar û 741’an, ya birîndaran jî gihîşt zêdetirî 14 hezar kesan.

Herwiha ji 7ê Cotmehê heta niha hezar û 400 welatiyên Îsraîlê hatine kuştin û 212 jî hatine revandin.